Sirri Sakik ji peywirê hat dûrxistin

01-03-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê, Hevserokê Şaredariua Agirî Sirri Sakik ji peywira xwe hat dûrxistin.


Li Agiriyê îro piştî nîvro hêzên ewlehî yên tirk bi ser avahiya Şaredariya Agiriyê de girtin û di avahiyê de lêgerîn kirin.


Herwiha ji aliyê din ve Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê, Hevserokê Şaredariua Agirî Sirri Sakik ji peywira xwe wî dûrxist li şûna wî Parêzgarê Agirî Musa Işin weke qeyûm tayîn kir.


Hevseroka Agirî Mukades Kubîlay jî ji 28ê Kanûna 2016an ve di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Agirî ve de girtî ye.


Piştî vê yekê heta niha ji bo 10 şaredariyên bajar, 62 navçe û 9 bajarok di nav de, bi giştî 81 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) qeyûm hatine tayînkirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst