Sûriye - Balafirên Rûsya bajarê Erîha bombebaran kirin: 40 kuştî

29-11-2015
RÛDAW
Nîşan Rûsya Balafirên Rûsya Erîha Sûriye Bombebaran
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Dijbereya Sûriyê ragihandin, ku balafirên şer ên Rûsya bi dijwarî bajarê Erîha li bakurê rojavayê Sûriyê bombebaran kirin û tekez kirin, di encama bombebaranan de 40 kes hatin kuştin.

 

Çavkaniyên girêdayî dijbereya Sûriyê belav kirin, îro balafirên şer ên Rûsya êrişî bajarê Erîha ya girêdayî parêzgeha Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê kirin. Li gor wan çavkaniyan balafiran bi dijwarî bazareke qerebalix di nav bajêr de dane ber bombeyan.

 

Di encama bombebaranê de 40 kes hatin kuştin û 70 kes jî birîndar bûn. Tê gotin, ku kuştî û birîndar xelkê sivîl in û jin û zarok jî di nava wan de ne.

 

Li gor aghaiyan, ji ber bombebarana balafirên rûsî gellek avahî li cihê bombebaranê hatin rûxandin û tê pêşbînîkirin ku hejmarek kes di bin kawilên avahiyan de mabin.

 

Proseya lêgerîn li dûv kesên di bin kawilan de hêj berdewam e û dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.








Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst