MSD: Misir ti navbênkariyê di navbera HSD û Sûriyê de nake

28-12-2018
RÛDAW
Nîşan MSD HSD Sûriye Misir Navbeynkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Meclîsa Sûriyeya Ddemokratîk, Emced Osman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku Misir ti navbeynkariyê di navbera MSD, HSD û hikûmeta Sûriyê de nake.

 

Rojnameyeke Erebî li ser zimanê Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (Îlham Ehmed) ragiahndibû, ku Misir rola navbeynkariyê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyê de dibîne.

 

Li gor çavkaniyên taybet bi Rûdawê, şandên MSD û HSDê rasterast serdana Navenda Serbazî ya Rûsyayê li Balafirxaneya Himêmîmê dikin û bê navbeynkarî danûstandinan ligel hêzên Rûsî û hikûmeta Sûriyê dikin.

 

Piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump bo vekişandina hêzên welatê xwe ji nav axa Sûriyê, roja çarşemê Rûsyayê ragihandibû, divê hêzên hikûmeta Sûriyê wan deveran kontrol bikin, ku hêzên Amerîka dê jê vekişin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst