“Partiya Komarê” li Sûriyê hat damezirandin

27-04-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Çend kesayetiyên opozîsyona Sûriyê partiyeke siyasî ya nû li bajarê stanbolê bi navê “Partiya Komarê” damezirandin.

Li gor daxuyaniya damezrandinê, partiya nû hemwelatiyên sûrî yên ji hemû parêzgeh û pêkhateyên Sûriyê li nav xwe digre.

Derbarê navê partiyê de, di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku “ew dixwazin nirxê komarê vegerînin û wê qonaxa ku rejîma zordar dewleta Sûriyê kiribû mîratgiriyeke malbatî derbas bikin”.

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin ku damezirênerên partiyê dixwazin piştî “Komara Serxwebûnê” û “Komara Baes”, “Komara Sêyemîn” damezirînin.

Damezirênerên wê partiya nû di daxuyaniya xwe de dibêjin ku “ewê li ser roniya nirxên azadî û rûmetê yên şoreşa Sûriyê kar bikin û ezmûnên berê jî li ber çavan bigrin daku şaşîtiyên berê di paşerojê de dubare nebin”.

Partiya Komarê “rûxandina rejîma Sûriyê” weke armanc girtiye. lê ti bernameyeke siyasî hûr derbarê siberoja Sûriyê û mafên pêkhateyên wê de nepejirandiye.

Partiya Komarê, Mihemed Sebra wek serok, 21 endam wek sekretariya giştî û 7 endam wek komîteya cîbicîkar hilbijartine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst