Li Idlibê çandiniya gulên Şamî geş bûye

26-05-2023
Loloxan
Wêne: Ji vîdyoyê hatiye girtin
Wêne: Ji vîdyoyê hatiye girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê, ev demek e ku bazirganî û çandiniya gulên Şamî geş bûye, bi awayekê ku beşekî koçberan bi çinîn û firotina gulan debara jiyana xwe dikin, û yek kîlo gul jî bi kêmî dolarekî tê firotin.

Ednan Keyalî, xwediyê çewlîka gulan dibêje: “Ev yekem sal e em gulan li vir diçînin, kesên ji Şamê hatine bîrokeya çandiniya gulan bi xwe re anîne, Şam bi xwe cihê çandiniya gulan e. Xelkê Şamê ji ber şer reviyan vê derê, çandinî li wir nemaye. Kesekî Şamî destpê kir û çandiniya gulan geş bû, piştre xelkê dest bi çandiniya gulên Şamî kir.”

Piştî gul li nav çewlîkan tên çinîn û kom kirin, bo bajarê Idlibê tên veguhestin.

Li Idlibê gulav û rîçal-mireba ji gulên Şamî tên çêkirin.

Merwan Ladiqanî, kiryarekî gulan dibêje: “Ez her rojê rîçala gulan datînin ser sifreya taştê, û her êvar jî peyaleyeke gulavê vedixwin. Em herdem li benda demsala çinîna gulan dimînin daku em gulan bikirin.”

Berî du salan çandiniya gulên Şamî li parêzgeha Idlibê destpê kiriye, cotkar dibêjin berhemê çandiniya gulan zêde baş e, lê ew li bendê ne bazareke germ li Idlibê çêbibe daku rûberên çewlîkên gulan zêde bikin.

Niha li bakurê Idlibê bi dehan çewlîkên gulên Şamî-Cûrî hene, her çewlîkek di navbera 6 heta 10 doniman dibe, yek kîlo gul jî bi kêmî dolrekî tê firotin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst