Dawî agahî li ser Operasyona Reqayê

26-05-2016
RÛDAW
Şervanên HSDê û YPGê
Şervanên HSDê û YPGê
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Operasyona Bakurê Reqayê di sêyemîn roja xwe de berdewam û hêzên Kurd û hevalbendên wan ên Ereb herî kêm 4 gund û 4 cihên din ên stratejîk ji destê DAIŞê rizgar kirine.

 

Li gorî agahiyên Rûdawê, Hêzên Sûrya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gundên Qertac, Festa, Indîbên, Mitemesirc, Nemrudiye ku dikevine 55 kîlometreyan bakurê bajarê Reqayê ji rêxistina DAIŞê rizgar kirin.

 

HSDê û YPGê pêr roja sêşemî 24ê Gulanê bi piştgiriya asmanî ya hevpeymaniya li dijî DAIŞê operasyona rizgarkirina bakurê Reqayê ji sê milan ve destpê kir.

 

Li gorî agahiyên ji eniya Reqayê ve, hejmarek ji hêzên taybet ên Amerîkayê jî di operasyonê de beşdar in.

 

Operasyon ji sê aliyan ve dets pê kir û di operasyonê de heta niha, hêzên HSDê 6 kîlometreyan pêşve çûne.

 

Çekdarên DAIŞê li gundê Hîşê yê li başûrê bajarokê Bozanê (Eyn Îsa) êrişî hêzên HSDê kiribûn û di encamê de şervanek şehîd bibû.

 

HSD, ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), Hêzên Sotoro yên Sûriyanî, Hêza Senadîd a çekdarên eîrên Ereb ên Sunnî û çend komên din ên çekdar pêk tê. encumeneke serbazî ya 6 kesî serkirdatiya HSDê dike û 50 hezar çekdarên wê hene.

 

Li gorî zanyariyan, HSD zêdetirî %16ê axa Sûriyê kontrol dike û li hember jî DAIŞ%19, Hikûmeta Sûriyê %30 û Eniya Nusra %10 ji axa Sûriyê kontrol dikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst