Rejîma Sûriyê 14 jinên girtî berdan

23-10-2013
RÛDAW
A+ A-

 

 

Hewlêr(Rûdaw) - Çalakvana mafên mirovan ya Sûriyê Sîma Nesar aşkere kir ku di çarçoveya rêkeftina berdana her 9 girtiyên libnanî de, şeva borî rejîma Sûriyê 14 jinên girtî serbest berdan.

Di 17 vê mehê de, grûpa Asîfet Elşemal ya girêdayî Artêşa Azad 9 hemwelatiyên Libnanê ku di gulana sala 2012 li bajarê Izazê li Sûriyê revandibûn, berdan.

Li gor rêkeftina ku di navbera wê grûpê û aliyên pêwendîdar de çê bûbû, divê rejîma Sûriyê li hember berdana her 9 hemwelatiyên Libnanê, 128 jinên ku di zindanê wê de berde.

Ajansa AFP li ser zarê Sîma Nesar ku pirsa jinên di zindanên Sûriyê de girtî ne dişopîne, veguhastiye ku, şeva borî 14 jin hatin berdan.

Nesar diyar kir ku di nava girtiyan de Mêrvet Elhemewî heye ku bi şêrpenceyê nexweşe ketiye.

Nesar bal kişand ku navê her 14 jinan di nava lîsteya 128 jinên girtî de heye ku li gor rêkeftina ku Qeter, Tirkiyê û Libnanê jî tê de beşdarin, divê bêne berdan.

Di çarçoveya heman rêkeftinê de, her du balafirvanên tirk ku di meha tebaxê ya borî de li paytexta Libnanê Beyrûtê hatibûn revandin, hatin berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst