Elewiyên dijberên Esed li Qahîre dicivin

23-03-2013
RÛDAW
A+ A-

Şam (Rûdaw) - Dijberên ji mezhebê elewiyan li Sûriyê li paytexta Misrê Qahîreyê kongreyek li dar didixin û ji bo elewiyên Sûriyê ji rejîma Beşar Esed dûr bixin.

Di kongreya ku wê îro li Qahîre dest pê bike, wê du rojan bidome. Nêzî 150 kesatiyên elewî ku di nav de hejmarek çalakvan û rêberên olî jî hene, wê beşdar bibin.

Komîteya rêvebir a kongreyê di daxuyaniyekê de wiha got: "Rejîm roj bi roj qels dibe, di wê kongreyê hewldan wê bên kirin ku dawî li şerê mezhebî bê."

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: "Hin hêz li dijî rejîmê ava bûne, lê ew jî dixwazin krîza li Sûriyê ber bi şerekî mezhebî ve bibin."

Komîteya rêvebir di berdewama daxuyaniya xwe de wiha dibêje: "Lewra derxistina karta mezhebî ji destê rejîm û hêzên din wê karekî gelek giring be ji bo hilweşandina rejîmê û avakirina dewleta welatîbûn û dadperweriyê."

Endamê wê komîteyê parêzer Îsam Îbrahîm derbarê kongrê daxuyand: "Belgenameya dawî ya kongreyê wê tekez bike ku elewî girêdayî yekîtiya niştimanî ya navbera hemû mezheban be."

Elewiyên Sûriyê ku malbata Esed jî ji wane, rêjeya wan nêzî sedî 10'ê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst