NY: Sala borî 9,277 koçberên Sûrî Urdun bicîh hiştine

23-01-2023
Loloxan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî dibêje, di sala borî de zêdeyî 9 hezar koçberên Sûrî yên Urdunê ew welat bicîh hiştine, daku vegerin welatê xwe yan jî li welatê sêyem bicîh bibin.

Ajansa Koçberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve roja Yekşemê, 22ê Çileya 2023an ragihand, di sala 2022ê de 9 hezar û 277 koçberên Sûrî yên li Urdunê berê xwe dane welatê sêyem û li wir bicîh bûne.

Nêzîkî 1.3 milyon koçberên Sûrî li Urdunê hene ku zêdeyî 660 hezazar ji wan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatine tomarkirin. Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, 4,013 kes vegeriyane Sûriyê, di demekê de ku 5,264 koçberên din li welatê sêyem bicîh bûne.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, di sala 2022ê de, 50 hezar û 966 koçberên Sûrî ji welatên cuda vegeriyane welatê xwe. Ev jî di demekê de ye, hejmar di sala 2021ê de, 35 hezar û 624 kes û di sala 2020ê de jî 38 hezar û 235 kes bûn.

Di sala 2019ê de jî, Neteweyên Yekbûyî zêdetirîn hejmara koçberên Sûrî yên vegeriyane welatê xwe tomar kirine, bi awayekî di wê sale de 94 hezar û 971 kes ji welatên din vegeriyane welatê xwe.

Bi awayekî giştî jî, Neteweyên Yekbûyî amaje bi wê yekê dide ku di sala 2016ê de, 354 hezar û 55 koçberên Sûrî vegeriyane malên xwe ku 64 hezar û 934 kes ji wan ji Urdunê çûne.

Ajansa koçberan ser bi Neteweyên Yekbûyî behsa wê yekê jî dike, ew hejmar tenê wan koçberan li xwe digire ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatine tomarkirin û dibe ev hejmar zêdetir be jî.

Li gor Neteweyên Yekbûyî, di sala 2022ê de, 22 hezar û 526 koçberên Sûrî welatên din ber bi welatê xwe ve bicîh hiştine, ev jî di çarçoveya programeke nîştecîkirinê ya Neteweyên Yekbûyî de hatiye kirin. 

Amara NY jî bi vî awayî ye: Ji Misrê 1,813 kes, Libnan 7,490 kes, Urdun 5,264 kes, Tirkiye 7,158 kes û ji Iraqê jî 801 koçberên Sûrî di çarçoveya wê programa Neteweyên Yekbûyî de bo welatên sêyem hatine veguhestin. Li gor amaran Kanada, Amerîka, Fransa, Swêd, Norwec û Holanda zêdetirîn koçber wergirtine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst