ROJAVA / SÛRIYE – Zewac kêm bûye xort giliyan dikin

22-11-2015
Xalid Cemîl Mihemed
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Krîzên siyasî, civakî û aborî, di encamê de jî, rewşa derûnî, ku baskên hejarî û tirsê bi ser welatiyên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de berdidin, deriyê arezûya hevjîniyê li ber beşekî mezin ji ciwanan digire.

Ciwanên Rojavayê Kurdistanê gazinê ji bihabûnê dikin, gazinê ji destengî, hejarî, nearamî û nebûna kêmtirîn pêdawîstiyên debara jiyaneke serketî dikin, êdî dest ji arezûya hevjîniyê berdidin, li şûna wê jî gelek ji wan koçberiyê baştirîn bijarde ji xwe re dibînin.

Zêrîngerekê Rojavayê Kurdistanê diyar kir piştî koçberiyê, koçberiya ciwan û xortan bi giştî, piştî van bûyeran, gelekî sivik bûye, ev yek jî, li cem wan, li bazara zêr baş xuya kiriye û wiha domand:

“Rêjeya hevjîniyê, rêjeya xwestinê, di vê demê de gelekî kêm bûye. Niha em dibînin ku kesên zêr dikirin, tenê ji boyî ku pereyên xwe hilînin, yan jî ji boyî tiştên taybet. Lê derbarê hevjîniyê ev yek gelekî kêm bûye."

Rewşa darayî, ku dibe sedema rêgiriyê li ber bidestxistina pêdiviyên jiyanê, weke mal, xanî, derman, xwarin, vexwarin, cilûberg û tiştên din ên girîng, herwiha koçbûna ciwanan, ku bûye kêşeyeke sereke ji welatiyên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê re, lewma bîrokeya avakirina malbateke cîgirtî, cihê xwe di hizra ciwanan de nabîne:

Bazirganekî cilûbergan jî derbarê vê mijarê de wiha got:

"Ev rewşa niha, ku herêm û Sûriye bi tevayî, tê de derbas dibin, hişt ku arezûya hevjîniyê kêm bibe, ew jî bi sedema rewşa aborî ku civak tê de ye, heriwiha bi sedema koçbûna ku li vê herêmê dirust bû, ev bûne sedemên kêmbûna arezûya hevjîniyê. Rola koçbûnê heye, herwiha rola kêmbûna ciwanan li vê derê jî heye, helbet bihayê kelûpelan jî xwedî rol e."

Şer û pevçûn, tundûtûjî, nakokiyên aliyên siyasî û leşkerî, astengiyên civakî, bi ser de jî krîza aborî, hemû rê nadine ciwanan ku hevjînî ji wan re bibe daxwazeke girîng, ji tirsa ku ew bi vê gavê gunehekî bikin û şikestinê bidest bixînin:

Welatiyeke keç jî anî ziman hevjîna heye, lê ne weke berê ye û wiha got: “Rewş bû sedema koçbûna ciwanan, helbet arezûya hevjîniyê kêm bûye, ne weke berê ye, lê dîsa jî, rêbaza jiyanê ye, jiyan birêve diçe."

Sedemên destberdana ji vê arezûyê eşkere û diyar in, lewma welatî di derbirrînên xwe de hevnerîn in, ku bi heman awa û peyvan vê rewşê analîz û şirove dikin:

"Destberdana ji jiyana hevîniyê, vedigere gelek sedeman. Ji wan jî nebûna hêminî û aramiyê, koçbûna ciwanan. Ciwanên ku koç bûne, demek ji wan re divên heta jiyana xwe ava bikin, ku hest bi hêminî û aramiyê bike, aramiya aborî û ya derûnî. Li vê derê, bi sedema nebûna hêminî û aramiyê, rengek ji tirsê li cem ciwanên me peyda bûye."

Xewnên ciwanên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, weke civak û welatê wan ên wêranbûyî, bûne qurbaniyên rewşeke têkçûyî, ku jiyan li ser tirsê birêve diçe. Tirsa ji rojê, ji paşerojê, ji dem û dewrana ku êdî ciwan çareseriyeke baş û bisûd jê re dixwazin, bi hêviya ku xewna jiyana hevjîniyê di dil û hizrên wan de vejîn û geş bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst