‘Emîr’ê bajarê Erîha yê Sûriyê hat kuştin!

21-01-2016
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Li devea Idlibê ya Sûriyê, “emîr”ê bajarê Erîha yê rêxistina El Qaîdê hat kuştin.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirov li Sûriyê, ku navenda wê li Londonê ye, ragihand, rayedarekî rêxistina El Qaîdê bi navê Îlyad Edil, ku wek “emîr”ê bajarê Erîha yê Sûriyê dihat nasîn, ji aliyê komek çekdarên nenas ve hatiye kuştin.

Wê saziya Sûrî eşkere kiriye ku ew rayedarê El Qaîdê, li nav bajêr û di nav otomobîla xwe de hatiye kuştin.

Hat gotin ku di wê bûyerê de çekdarekî Cebhet Elnusra jî, ku wek baskê Sûriyê yê El Qaîdê tê zanîn, hatiye kuştin.

Li gorî agahiyan, ji destpêka Kanûna sala 2015ê ve heta niha, herî kêm 20 rayedarên El Qadîde, Elnusra û Ehrar Şam, ku hevalbenda Elnusrayê ye, di encama êrişên bi vî rengî de hatine kuştin.

Hinek çavkanî dibêjin, ew êriş ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve tên kirin lê rêxistinên han, DAIŞê bi encamdana wan êrişan tohmetbar dikin. Heta niha DAIŞê ev tohmet qebûl nekirine.

Tê gotin ku DAIŞ ji ber wê yekê wan dikuje çimkî piraniya wan çekdar û emîran ji DAIŞê veqetiyane û fermana kuştina wan ji aliyê DAIŞê ve hatiye dayîn. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst