Hewlêr (Rûdaw) – Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê yê Sûriyê, ku wek taxa Kurdan tê nasîn, rastî topbarana çekdarên îslamî yên radîkal hat, 4 sivîl mirin.
Duh danê êvarê çekdarên îslamî yên radîkal taxa Şêx Meqsûd a Helebê dan ber topan.
Li gorî agahiyan, di encamê de 4 sivîl hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.
Ji aliyekî din, YPGê nasnmaeya 4 şervanên ku rojên 15 û 16ê Adara îsal di şerê li herêma Şedadî ya Hesekê de şehîd bibûn, eşkere kir.
2 ji wan şervanan, Bakurî û yên din jî xelkê Rojavayê Kurdistanê bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse