DAÎŞ 35% ji xaka Sûriyê kontrol dike

19-07-2014
HUSÊN OMAR
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Rewangeha Mafê Mirovan Li Sûriyê ragihand ku rêxistina Dewleta Îslamî (DAÎŞ) bêhtirî 35% ji rûberê Sûriyê kontrol dike.

 

Li gor Rewangehê, ev rûbera di jêr kontrola DAÎŞê de yek parçe ye, ji biyabana rojhilatê Humsê li naverasta Sûriyê heta devera el-Hol li başûrê rojhilatê Hesekê û heta ku dighêje bajarokê el-Ra`î li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê û nêzîk gundê Şamir li bakurê rojhilatê Helebê li xwe digre.

 

Rewangehê diyar kir ku di 14ê Tîrmehê de, DAÎŞê tevahiya deverên li Dêrezorê ku di jêr kontrola Cebhet el-Nusra de bûn ji destê cebheya navborî derxistin û kontrol kirin.

 

Rewangehê da zanîn ku piştî DAÎŞê gundên rojavayê Dêrezorê jî kontrol kirin, niha Rêxistina navborî ji bilî çend deverên di jêr kontrola hêzên rejîmê de, tevahiya parêzgeha Dêrezorê kontrol dike.

 

Piştî pêşketinên DAÎŞê li Îraqê û wergirtina çekên giran û pêşketî, hêzên wê çendîn deverên Sûriyê yên di destê opozisyonê de kontrol kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst