Encûmena Sivîl a Reqayê hat damezirandin

19-04-2017
Rûdaw
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Encûmena Sivîl a Reqayê hat damezirandin û  berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk dibêje, piştî rizgarkirina Reqayê dê ev Encûmen tevahiya parêzgehê Reqa birêve bibe.

 

Li Bajarê Eyn Îsa, bi serperştiya Encûmena Sûriya Demokratîk, kongireyek ji kesayetiyên Reqayê re hat lidarxistin û di encamê de Encûmena Reqa a Sivîl hat ragihandin, û Leyla Mistefa û Şêx Mehmûd Borsan wek hevserokê Encûmenê hatin hilbijartin.

 

Encûmena Sivîl a Reqayê ji Hevpeymaniya Navdewletî dixwaze, ku alîkariya xelkê Reqayê bike da ku bikaribin ji nû ve bajarê xwe ava bikin.

 

Ji aliyê xwe ve jî, Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk Telal Silo, da xuyakirin ku piştî derxistina DAIŞê bi temamê ji nav bajêr, dê encûmena sivîl karûbarên Reqa û derdora wê birêve bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst