Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Sûriyê Beşar Esed li ser daxuyaniyên welatên Ewrûpa ya ku dikarin çekan bifiroşin opozisyona Sûriyê diyar kir ku wê Ewrûpa bedelê vê yekê bide.
Beşar Esed ji rojnameya Frankfurter Allgemeine Zeitung a Almanî re axivî û wiha got: “Ger Ewrûpî çekan bifiroşin, wê baxçeyê Ewrûpiyan bi terorîstan tejî bibe û wê Ewrûpa jî bedelê vê yekê bide.”
Serokê Sûriyê Beşar Esed, îdia kir ku tevgereke wiha dê terorîzmê li Ewropayê belav bike.
Piştî biryara Amerîka û Ewrûpa ya wê alîkariya wan a leşkerî ya ji bo opozisyona Sûriyê zêdetir bibe, Esed cara yekemîne daxive û wiha got: “Terorîst wê ezmûnên şer qezenc bikin û wê bi îdeolojiyekî zêdetir vegerin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse