Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê di civîna xwe Stenbulê de, biryara xwe ya dawî derbarê kongireya çareserkirina kirîza Sûriyê, Cenêv2, da.
Li gorî ajansên nûçeyan, di civînê de tenê 75 endam ji 120 kesan amade bibûn, ji ber ku di civîna 5-6ê mehê ya hevpeymaniyê de 44 endamên wê wek neraîbûna li hember tevlîbûna Hevpeymaniya di civîna Cenvê2 de vekişiyabûn.
Lê hevpeymaniya îşev di civîna xwe ya Stenbolê ku duh (17.01.2014) destpê kiribû, biryar da ku tevlî kongireya Cenêvê bibe, lê bêyî ku dest ji mercên şoreşê berde.
Ev biryara hevpeymaniya opozîsyona Sûriyê di demekê de hat ku pêr (17.01.2014) Wezîrê Derve yê Amerîka, John Kerry daxwaz ji hevpeymaniyê kiribû ku tevlî kongryê bibin “ji bo pêkanîna hêviyên gelê Sûriyê”.
Tê zanîn, Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê jî beşek ji Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ye û ew jî dê tevlî şanda hevpeyamniyê beşdarî Cenêv2 bibe.
Ji aliyek din ve hevpeymaniya opozîsyona Sûriyê li Stenbolê ligel 4 grûpên çekdar ku di nav wan de Eniya Îslamî jî ye, danûstanê dike da wan razî bike ku ew jî tevlî kongireyê bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse