Encûmena Leşkerî ya Minbicê rastî êrişeke çekdarî hat

16-04-2018
RÛDAW
Nîşan Minbic Encûmen Êriş Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şeva derbasbûyî Encûmena Leşkerî ya Minbicê êrişeke çekdarî ya li dijî wan têk birin.

 

Hat ragihandin ku şeva dervasbûyî ji aliyê komeke çekdarî ya çar kesî êriş kirine ser baregeha Encûmena Leşkerî ya Minbicê.

 

Encûmena Leşkerî ya Minbicê yekser bersiv daye û êriş têk biriye, di encamê de jî çekdarek hatiye kuştin.

 

Piştî têkbirina êrişê, Encûmena Leşkerî ya Minbicê ji bo desteserkirina 3 çekdarên din operasyoneke berfireh dane destpêkirin.

 

Di havîna 2016an de devera Minbic a Sûriyê bi temamî ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve bi alîkariya Amerîkayê, ji DAIŞê hate paqijkirin. Bajarê Minbicê li gel bajarên Cerablus, El Bab hevsînor e ku niha di bin destê Tirkiye û beşeke ji grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê de ne.

 

Tirkiye bi awayekî berdewam gefa wê yekê dixwe ku weke Efrînê dê êriş bikin ser Minbicê û ji destê HSD û YPGê derxin, lê belê berevajî Efrînê, li Minbicê binkeyeke leşkerî ya mezin a hêzên Amerîka û hevpeymanan heye û ji xelkê wê herêmê re soz dane ku li hember her êrişek, dê wan biparêzin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst