SIWÊDA - Xwepêşandanên li dijî Hikûmeta Sûriyeyê berdewam in

15-09-2023
RÛDAW
Nîşan Siwêda Hikûmeta Sûriyeyê Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li qada El-Keramêyê ya bajarê Siwêdayê Sûriyeyê nêzîkî mehekê ye xwepêşandan berdewam in.

Îro jî bi hezaran welatiyên parêzgeha Siwêdayê li qada El-Keramê kom bûn û li dijî Hikûmeta Sûriyeyê dirûşm gotin.

Xwepêşanderan di dirûşmên xwe de banga hilweşandina Hikûmeta Sûriyeyê û serokê wê Beşar Esed kir.

Di xwepêşandanan de her wiha pankartên, bi nivîsên li dijî Hikûmeta Sûriyeyê yên wek, “Sûriye ya me ye, ne ya mala Esed e” hatin bilindkirin.

Serokê ruhî yê pêkhateya Muwehîdînan a Durziyan Şêx Hikmet El-Hicrî jî beşdarî xwepêşandanên îro bû û gotarek pêşkêş kir.

El-Hicrî di gotara xwe de li dijî Hikûmeta Sûriyeyê axivî û ew wek berpirsyarê têkçûna rewşa Sûriyeyê û koçberiyê bi nav kir.

El-Hicrî herwiha banga hevgirtina hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir da ku “dawî li vê zilmê were.”

Çarşema borî jî xwepêşanderên ku xwest deriyê avahiya Partiya El-Beasê bigirin.

Ev xwepêşander rastî êrişa bi guleyan a nobedarên hêzên Hikûmeta Sûriyeyê yên ku li navendê bûn hatin.

Di encama êrişa hêzên hikûmetê de 3 kes birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst