VÎDEO – Bo çavdêriya agirbestê ji esman ve rewşa Helebê tê şopandin

15-09-2016
RÛDAW
Rûsya bi weşana zindî li esmanê Helebê, çavdêriya agirbestê dike
Rûsya bi weşana zindî li esmanê Helebê, çavdêriya agirbestê dike
Nîşan Rûsya Weşana Zindî Heleb Sûriye Agirbest
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Rûsya bo çavdêrîkirina agirbestê li bajarê Helebê yê Sûriyê dest bi weşana zindî li esmanê vî bajêrî kir.

 

Berdevkê Wezareta Parasdtina Rûsyayê, Îgor Konaşenkov di vê bareyê de ragihand, ji bo ku agirbest bi şêweyeke zelal birêve biçe, wan dest bi weşana zindî li bajarê Helebê kir.

 

Konaşenkov got, ku weşana zindî bi kamerayên li bejahiyê û firokeyên hewayî yên bêfirokevan tên kirin û diyar kir ku rewşa li Helebê bi rêya weşana zindî ve gav bi gav tê şopandin.

 

Konaşenkov herwiha derbarê binpêkirina agirbesta li Sûriyê de jî da xuyakirin, ku komên miyanrew ên Dijbereyê, ku Amerîka jî piştgriyê dide wan, di demên dawiyê de êrişên xwe zêde kirine û agirbestê binpê dikin.

 

Berdevkê Wezareta Parastina Rûsya li ser binpêkirina agirbestê ji aliyê hin komên Dijbereyê ve, Amerîka wek berpirsyar nîşan da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst