Ji neçarî zarokek xwe daye malbateke din

15-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li kampeke Idlibê, koçberekî ji neçarî zaroka xwe daye malbateke din

bavek ji ber ku nikare şîr ji zarokê xwe yê şîrmij peyda bike, wî dide malbateke din ji bo ku xwedî bike.

Li kampeke parêzgeha Idlibê li bakurê Sûriyê koçberekî kêmendam ê bi navê Merwan Diyab, zaroka xwe ya şîrmij ji neçarî daye malbateke din ji bo ku wê xwedî bikin.

Merwan Diyab koçbereke ji gundewarên navçeya Seraqibê ye û di encama topbaranê de herdu ling û destekî xwe ji dest dane, lewma ew nikare tu karî bike.

Ew dibêje ji ber ku êdî nikare qutiyek şîr ji zaroka xwe re bikire, wî ew zaroka sava daye malbateke din, da ku wî xwedî bikin.

Merwan Diyab dibêje, “Ez nikarim şîr jê re dabîn bikim, lewma ez neçar bûm wî bidim. Ew tî bû, min dayê... Hejarî pîs e, û kêmendamî xirabtir e. Dibêjin ew dikene, belê dikene, dikene. Biceribîne tu demjimêrekê ji zaroka xwe dûr bikevî..., biceribîne..., biceribîne tu zaroka xwe wiha bibînî û bê şîr be. Wî dîtin da ku wî bibînim…, nîv demjimêrî, demjimêrekê û wî dibin. Ez hest dikim ku rihê min pê re diçe.., kurê min..., kezeba min..., biçe ji bo kêmendamiya min.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst