Berpirsekî Neteweyên Yekbûyî yê dosyeya avê serdana xwe ya Sûriyê hilweşand

14-07-2023
Loloxan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryarderê taybet bi dosyeya mafên avê yê Neteweyên Yekbûyî de Pedro Arocho Aguado serdana xwe ya bo Sûriyê ji ber nebûna hevkariyê ji aliyê hikûmeta wî welatî ve hilweşand.

Pedro Arocho Aguado, nîsana borî ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve bi fermî hatibû vexwendin, lê piştre serdana wî bo meha Temûzê hat paşxistin, vê yekê berpirsê navdewletî neçar kir serdana xwe bo Sûriyê hilweşîne.

Li gor Navenda Ragihandinê ya Neteweyên Yekbûyî, Pedro Arocho Aguado derbarê sedema hilweşandina serdana xwe bo Sûriyê de gotiye,  ji ber nebûna zanyariyan û nebûna pêngavên pêwîst ji aliyê hikûmeta Sûriyê bo pêkanîna serdanê wî biryar daye ku ew serdan neyê kirin.

Li gor heman çavkaniyê, diviyabû roja Yekşemê 9ê Temûzê serdana berpirsê dosyeya avê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî bihatiba kirin, lê ji ber nebûna niyetpakiyê û nebûna asankariyan ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve ew serdan hatiye hilweşandin.

Biryar bû, Pedro Arocho Aguado serdana Sûriyê bike, daku rewşa jêrxana avê û avrêjê li wî welatî bizanibe û raporekê derbarê mafên avê bo wî welatî berhev bike, ku niha çend navçeyên Sûriyê ji ber krîza avê dinalin, di nav de jî zêdeyî yek milyon kes li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê û derdora wê ku ji ber qutkirina ava Santrala Ellok li Serê Kaniyê ji aliyê Tirkiye ve di rewşa karesatê de dijîn.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst