Hewlêr (Rûdaw) - Serokê nû yê Îtilafa Sûriyê Hadî El-Behra li ser rûpela xwe ya Facebookê hin biryarên nû derbarê penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê eşkere kir.
Behra got ku Desteya Xwendina Bilind li Tirkiyê biryar daye ku hemû waneyên xwendekarên Sûriyê yên ku di zanîngehên Sûriyê de xwendina xwe temam kiribûn, bihesbîne û bi vî awayî deriyê xwendinê ji xwendekarên Sûriyê re bi firehî vekir.
Behra herwiha da zanîn ku biryareke din jî heye ku li gorî wê biryarê xelkê Sûriyê bi pasportên xwe yên ku dem bi ser wan derbas bûbe jî dikarin derbasî Tirkiyê bibin.
Li ser mafê niştecîbûnê jî ji ber çend qanûnên navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê, berpirsiyariya birêvebirina karûbarên biyaniyan ji birêvebiriya ewlehiyê bo birêvebiriya koçkirinê ya nû hatiye veguhestin û ji ber vê yekê wê kartên nasnameyê yên taybet bi Sûriyan li Tirkiyê bên derxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse