Kurdên Rojava beşdarî hevdîtina li Qahîre dibin

12-05-2013
RÛDAW
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) - Opozisyona Sûriyê û kurdên Rojavayê Kurdistanê li paytexta Misrê Qahîreyê di bin navê Hevdîtina Şêwirdarî ji bo Yekîtiya Demokratxwazên Sûriyê de civyan. Opozisyon hewl didin tevgereke nû ava bikin û ji bo cihê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Sûriyê bigre.

Berdevkê hevdîtina Niştîmanî ya Demokrat li Sûriyê Mîdas Azîzî ji nav hola civînê ji Rûdawê re ragihand: “Piştî 2 sal li ser şoreşa Sûriyê re derbas bûn, hêzên îslamî dest danîne ser tevgerên opozisyonê û dixwazin rewşa nav Sûriyê kontrol bikin. Lewma Hevdîtina Şêwirdarî ji bo Yekîtiya Demokratxwazên Sûriyê ku ji kurd û ereban pêk tê, li Qahîre civiyan.” Azîzî ragihand ku dê hewl bidin şepêleke nû ava bikin û wiha got: "Komîteyek ji 15 kesan hatiye pêk anîn daku têkeliyê bi hemû hêzên demokratxwaz yên Sûriyê bikin û piştî 3 mehên din wê kongreyek bê lidarxistin.”

Derbarê doza kurdan li Sûriyê, Azîzî tekezî li ser wê yekê kir ku Hevdîtina Şêwirdariyê ji bo Yekîtiya Demokratxwazên Sûriyê li ser mijara rakirin projeyên şovînî û yasayên taybet li dijî Kurdan razî bûye, lê niha guftûgo li ser daxwaza dûwemîn ya Kurdan tê kirin. Azîzî wiha got: "Me daxwaz ji dostên xwe yên demokratxwaz kiriye li gor peymanên navneteweyî di destûra bê de Sûriyê gelê kurd nas bike û nasnameya neteweyî ya kurdan di vê destûrê de bê pejirandin.”

Hevîdîtina Şêwirdariyê ji bo Yekîtiya Demokratxwazên Sûriyê duh li Qahîre dest bi civînên xwe kir. Ji nav Kurdan, Desteya Bilind a Kurd (DBK), Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê û Hevdîtina Nişîtmaniya Demokrat beşdar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst