Li Babê êrişî leşkerên artêşa Tirk kirin

12-02-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li Baba ku dikeve bakurê Sûriyê di encama şer û pevçûna di navbera çekdarên rêxistina  DAIŞ û leşkerên artêşa Tirkiyê de leşkerek hat kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.


Leşkerên artêşa Tirkiyê ên ku di çarçoveya Operasyona Mertalê Firatê de li herêma El Bab a Sûriyê operasyonê pêk tînin, îro rastî êrişa çekdarên DAIŞê hatin.


Li gorî daxuyaniya Sererkaniyê Tirkiyê, di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê de, li devera Babê di şerê navbera çekdarên rêxistinaDAIŞ û leşkerên artêşa Tirkiyê de leşkerek hatiye kuştin û 3 jî birîndar bûne.


Leşkerên birîndar bûne ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyên bajarê Kilîsa Bakurê Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst