DAIŞê berpirsyariya teqîna li Şamê li xwe girt

11-05-2023
RÛDAW
Nîşan Sûriye Şam Teqîn DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di teqînekê de li paytexta Sûriyê bajarê Şamê efserekî polîs hat kuştin û 4 polîs birîndar bûn. Li aliyekî din rêxistina DAIŞê berpirsyariya teqîna li Şamê li xwe girt.

Teqîn li taxa Mesakin Berzê ya Şamê çêbû. Medyaya fermî ya Sûriyê ragihandiye, otomobîlek bombekirî di nav navendeke polîsan de teqiyaye û di encam de efsrekî polîs hatiye kuştin û 4 polîs jî birîndar bûne.

Wezareta Navxwe ya Sûriyê jî di daxuyaniyekê de gotiye, teqîn ji ber otomobîleke bombekirî bûye ku li nêzîk navendeke polîsan li Taxa Berzê teqiyaye.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Sûriyê, di teqînê de efserê bi navê Mihened Findî Cadellah hatiye kuştin û 4 polîs birîndar bûne.

Medyaya Sûriyê ya fermî ragihandiye, birîndar ji bo nexweşxaneyeke Şamê hatine veguhestin.

Di 3ê Nîsana îsal de jî teqînek li Taxa El-Mezê ya Şamê çêbûbû.

Ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê wê demê ragihandibû, otomobîleke sivîl a bombekirî li taxa El-Mezê ya Şamê teqiyaye ku di encamê de otomobîl bi temamî şewitî û agir bi du otomobîlên derdorê jî ket, lê ti zirarên canî çênebûbûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst