Serokwezîrê Sûriyeyê: Em destên xwe dirêj dikin

08-12-2024
RÛDAW
Nîşan Sûriye Mihemed Xazî Celalî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Sûriyeyê piştî ku Heyeta Tehrîr El Şamê paytexta Sûriyeyê kontrol kir got, “Ez girêdayî vî welatî me.”

Heyeta Tehrîr El Şamê ragihand ku wan Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kiriye û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed reviyaye.

Serokê Tehrîr El Şamê Mihemed Ebû Colanî ragihand, “Heta ku desthilat bê radestkirin dê saziyên dewletê di kontrola Serokwezîr Mihemed Celalî de bimînin.”

Serokwezîrê Sûriyeyê Mihemed Xazî Celalî li ser rewşa dawî ya Sûriyeyê û kontrolkirina Şamê ya ji aliyê HTŞyê ve daxuyaniyeke vîdeoyî da.

Serokwezîrê Sûriyeyê Mihemed Xazî Celalî di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Gelî Sûriyeyiyan, Sûriyeyiyên ku li ser dilê min giranbiha ne, ez li mala xwe me, min ew bi cih nehiştiye.

Ji ber ku ez girêdayî vî welatî me û ti welatên din wekîî vî welatî nabînim, di van saetên ku xelk nîgeran û bi tirs e de, dilê wan bi ser welatê wan ve ye, wekî berpirsyariyekê ji aliyê min ve divê em hemû saziyên dewletê biparêzin.

Ew ne milkê min û ne milkê kesekî din in, milkê hemû Sûriyeyiyan in. Em destê xwe ji bo her welatiyekî Sûriyeyê dirêj dikin ku dixwaze şiyan û saziyên vî welatî biparêze.

Ez ji hemû welatiyan dixwazim ku saziyên dewletê biparêzin, ji ber ku milkê we hemûyan e.

Ez li mala xwe dimînim û qet malê bi cih nahêlim, tenê bi awayekî fermî ev yek dibe ku kar û xabatên saziyên giştî yên dewletê berdewam bibin.

Ji bo welatî hest bi aramî û ewlehiyê bikin, ez hêvî dikim hemû aqilane bifikirin, divê li welatê xwe bifikirin, em destê xwe ji bo hemû dijberan dirêj dikin ku wan bi xwe gotiye ew qet destê xwe nadin ti welatiyekî Sûriyeyê.

Ez bi şev û roj di sektora taybet û giştî de xebitîme û min her dem jî berjewendiya vî welatî li ber çavan girtiye.”

“Em amade ne hemû hêsankariyan pêşkêşî serkirdayetiyê bikin”

Serokwezîrê Sûriyeyê Mihemed Xazî Celalî li ser çawaniya birêvebirina Sûriyeyê jî got:

“Baweriya min bi Sûriyeyê û hemû Sûriyeyî û welatiyên Sûriyeyê tê ku Sûriye dê bibe dewleteke asayî, wê dewletek be ku pêwendiyên gelekî baş bi dewletên cîran û cîhanê re ava bike, bêyî ku derbasî nav hevpeymaniyeke navherêmî bibe.

Tenê dema ji aliyê gel ve were hilbijartin serkirdayetiya welêt dikare biryarê li ser bide.

Em amade ne hemû hêsankariyan pêşkêşî vê serkirdayetiyê bikin da ku karibin dosyeyên fermî yên saziyên hikûmetê ji bo vê serkirdayetiyê veguhêzin û saziyên dewletê werin parastin.

Saziyên me yên perwerde, zanîngeh, tenduristî, elektrîk û petrolê hene û ev sazî ji bo me gelekî giranbiha ne.

Ji ber ku berhemên ked û xebata xelkê Sûriyeyê ne, armanca min di wergirtina ti postan de nîne.”

Heyeta Tehrîr El Şamê daxuyand ku wan piştî Humsê Şam jî kontrol kiriye.

Tehrîr El Şamê bangî Sûriyeyiyên li derve kir û got:

“Dawiya rejîma Beşar Esed hat. Bila hemû koçberên Sûriyeyî vegerin Sûriyeya azad.”

Çi bûbû?

Komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 27ê Çiriya Paşîn êrişî Îdlib û Helebê kir.

Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin û wan 30ê Çiriya Paşîn navenda Helebê bi dest xist.

Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola wan.

Tehrîr El Şamê 5ê Kanûna Pêşîn bajarê Hemayê kontrol kir.

Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) ragihand ku wan bajarê Telbîseyê yê Humsê jî kontrol kiriye.

Piştî kontrolkirina Humsê HTŞyê kontrolkirina Şama paytexta Sûriyeyê ragihand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst