NYê karwana alîkariyê gihande Kampa Rukban

08-11-2018
Loloxan
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Karwan Alîkarî Kampa Rukban
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karwana alîkariyê ji aliyê Bernameya Xurakê ya Cîhanê (WFP) ve gihişt Kampa Rukban a koçberên Sûriyê ya li ser sînorê Urdunê.

 

Serpereştyarên Bernameya Xurakê ya Cîhanê (WFP) dibêjin, wan 11 kîlometre dûrî kampê karwanê alîkariyê radestî aliyên peywendîdar wek hoz û grûpan kiriye, ku ji ber astengiyên lojistîkî û ewlekariyê nikarîne bixwe derbasî nav kampê bibin. Karwanê alîkariyê 600 ton xurak bo zêdeyî 50 hezar koçberên kampê lixwe digire.

 

Cîgirê Serokê Ofîsa OCHA Semîr Hewarî dibêje: “Neteweyên Yekbûyî û Heyva Sor a Sûrî bihevre alîkariyên mirovî ji zêdeyî 50 hezar kesî re derbasî nav Kampa Rukban kirin, ev cara yekem e ku em alîkariyê ji aliyê Sûriyê ve derbasî kampê dikin, rewş gelekî zehmet e, pêdivî gelekî girîng in, em îro ligel berpirsên civaka xwecihî ya kampê axivîn, daku bizanibin çawa ev alîkarî bên pêşkêşkirin, em bi hêvî ne li ser pêşkêşkirina alîkariyê bi awayekî sîstematîk berdewam bibin, berpirsên kampê dixwazin çareseriyek yekalîker ji rewşa wan re bê dîtin, alîkarî û xizmetguzarî kêm in.”

 

Piştî ku DAIŞê sala 2016an êrîşî Kampa Rukban kir û di encam de 7 leşkerên Urdunê hatin kuştin, alîkarî ji ser kampê qut bûn.

 

Çileya 2018an Neteweyên Yekbûyî alîkarî ji aliyê Urdunê ve derbasî kampê kirin, piştre alîkarî ji ber şer, dorpêç û hebûna grûpên çekdar li derdorê nema derbasî nav kampê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst