Amerîka, zilhêza bê stratejî ya li Sûriyê

08-02-2018
RÛDAW
Nîşan Amerîka Sûriye Stratejî HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îdareya Amerîkayê biryar daye ku li Sûriyê bi awayekî demdirêj bimîne, ev biryar ji aliyekî ve dê bibe encameke mezin a rola Amerîkayê li Rojhilata Navîn û ji aliyekî ve jî dê bandoreke rasterast li ser bûyerên dahatû yên herêmê çêbike.

 

Rêveberiya niha ya Washingtonê bernameya xwe ya li ser Rojhilata Navîn, ji rêveberiya berê cuda dike, lê pirsyar ev e ku gelo encama vê bernameya nû dê ciyawaz bibe?

 

Gelek rayedarên rêveberiya Serokê Berê yê Amerîkayê Barack Obama, tekez dikin ku biryarên rêveberiya wan, bandoreke xirab li ser trajedî û bêhêvîbûna ji qeyrana Sûriyê çêkiriye.

 

Lêkolerên Peymangeha Rojhilata Navîn a li Washingtonê (MEI) Charles Leicester û William Wechster diyar dikin ku îdareya berê ya Amerîkayê gelek derfetên çareserkirina qeyrana Sûriyê ji dest dane, herwiha gelek rêkeftin li ber dest bûn ku nekirin û dikaribûn rê li hinek karesatan bigrin.

 

Di helwêstên îdareya berê ya Amerîkayê de necîgiriyeke mezin xuya dikir, lewma li gor Charles Leicester û William Wechster ev agahiyeke baş e ku îdareya Serokê Amerîkayê Donald Trump cardin armancên sereke û helwêstên xwe li hember qeyrana Sûriyê zelal kirine. Lê belê agahiya ne xweş jî ev e ku plana nû ya îdareya Amerîkayê ya li ser Sûriyê, ji bilî pênc armancan ti tişt li xwe nagire û armancên wan jî rastiyê nabîne.

 

Îdareya berê ya Amerîkayê her dem digot "divê Beşar Esed ji desthilatdariyê were dûrxistin", lê amade nebû siyaseteke tund li hember Şamê bimeşîne daku Esed neçar bike ku teslîmî daxwaza civaka navdewletî bibe.

 

Li gor nêrîna her du lêkolerên MEI Charles Leicester û William Wechster "ti amaje tine ye ku tîma Trump stratejiya xwe danîne ku ligel armancên xwe bûne yek, wek çawa nabe ku niyeta wan hebe çavkaniya pêwîst ji bo cîbicîkirina  planê bixin kar".

 

Di du salên derbasbûyî de siyaseta Amerîkayê ya li Sûriyê, li ser têkşikandina DAIŞê bû. Ji bo vê armancê jî pişta xwe da Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku bi destpêşxeriya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatiye damezrandin. Li gor texmînan, nêzîkî 50 hezar çekdarên HSDê hene û niha %25ê axa Sûriyê di kontrola wan de ye. Ji ber vê yekê siyaseta Amerîkayê, Tirkiye hêrs kiriye. Êrîşên niha yên Tirkiyê yên ser Efrînê jî derdixe holê ku Enqere hewl dide di stratejiya Amerîkayê ya li Sûriyê de pirsgirêk derxe. Heta niha diyar nîne ku Amerîka çawa dikare di pirsirêkên kûr ên navbera hêzên Kurdên Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê de siyaseta xwe li Sûriyê pêş bixe.

 

Jiholêrakirina gefên rêxistina El Qaîdeyê, beşeke din a plana Amerîkayê ya li Sûriyê pêk tîne. Li gor nirxandina herî dawî ya MEI, zêdetirî 15 hezar çekdarên El Qaîdeyê li Sûriyê hene, lê pirsgirêk ev e ku deverên desthilatdarî û çalakiyên El Qaîdeyê li bakurê rojavayê Sûriyê ne û ti desthilatdariya Amerîkayê li wê dever tine ye.

 

Her du lêkolerên MEI Charles Leicester û William Wechster di wê baweriyê de ne, "neku ti stratejiya Amerîkayê ji bo jiholêrakirina wan gefan tine, biryara sala par a îdareya Amerîkayê ya li ser rawestandina bernameya hevkariya grûbên miyanrew, desthilata El Qaîdeyê bi ser wan grûban de zêde kir". Herwiha tekez dikin ku îdareya Trump ji bilî hejmarek daxuyaniyên giştgîr û berbelav ên li ser Sûriyê, ti meyl nîşan nedaye ku "birastî jî dixwaze li Sûriyê rûbirûyî gefên El Qaîdeyê bibe".

 

Li gor gotina Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson, du sedeman wisa kir ku Amerîka bi awayekî demdirêj hiştina hêzên xwe li Sûriyê bifikire, ew du sedem jî ev in: Dûrxistina Esed ji desthilatdariyê û destpêkirina qonaxa veguhestina siyasî. Rûbirûbûna desthilat û daxwaza berfirehbûna Îranê.

 

Di 7 salên derbasbûyî de ti car hikûmeta Sûriyê weke niha bihêz nebûye, lewma zehmet e mana 1500 leşker, rahêner û şêwirmendên amerîkî li bakurê rojhilatê Sûriyê bikare tiştekî bike ku hevkêşeyê biguherîne.

 

Peywireke din a stafa leşkerî ya Amerîkayê ya 1500 kesî, rûbirûbûna Îranê ye li Sûriyê. Îdareya Trump di destpêka destbikarkirinê de wisa da nîşandan ku mijara Îranê bi awayekî cidî werdigre, lê 150 hezar milîsên şîe û elewî yên Îranê li Sûriyê hene. Ji bilî vê yekê, di 7 salên derbasbûyî de Îran bi ser gelek binkeyên leşkerî de girtiye û sîstema mûşekên bihêz jî li Sûriyê bi cih kiriye, hevkariyên aborî yên Tehran û Şamê jî nifûza Îranê ya li Sûriyê kûrtir kiriye.

 

Li gor lêkolerên MEI Charles Leicester û William Wechster "Îran heman stratejiya xwe ya ku li Lubnanê dest pê kiriye pêk tîne û niha li Iraq û Sûriyê pêş dikeve û naxwaze dest ji berfirehbûna xwe ya li Sûriyê bikşîne".

 

Xaleke din a plana Amerîkayê ya li Sûriyê jî, pêkanîna deverên aram e daku koçberên sûrî ji welatên cîran bikarin vegerin wan deveran. Îdareya Trump bi taybetî li ser pêkanîna deverên aram rijd e û ji bo vê mebestê jî, ligel Moskowê çend rêkeftin kirine. Charles Leicester û William Wechster dibêjin ku Koşka Spî heta niha jî nekariye vê rastiyê qebûl bike ku "Ev dever ji aliyê Rûsya ve hatine dariştin daku destkeftiyên rejîma Sûriyê ji opozîsyonê zêdetir bikin. Siyaseta bi vî rengî her çi qas ji bo demeke kurt hinek dever ji bo koçberên sûrî pêk bîne jî, ji bo siyaseta demdirêj pêgeha Esed bihêztir dike û alîkariya berfirehbûna Îranê ber bi sînorên Sûriye û Îsraîlê dike". Pirsgirêka sereke ev e ku ev deverên aram bi destpêşxeriya Rûsyayê tê pêkanîn, lewma alîkariya armancên Moskowê dikin.

 

Di 7 salên derbasbûyî de dirûşmên Esed û hevpeymanên wî ew bû ku “yan Esed dê li ser kursî bimîne, yan jî emê hemû welatan tevlî agir û xwînê bikin”. Amerîka û hevpeymanên herêmî û cîhanî tekezî li ser dûrxistina Esed kirine, bêyî ku ti amrazeke pêwîst ji bo vê siyasetê derxin holê.

 

Charles Leicester û William Wechster ku bi salan e li ser Sûriyê dinivîsin, amaje bi wê yekê dikin ku ragihandina armanca mezin, pêwîstî bi dabînkirina amraza pêwîst heye, egerna ew armanca mezin "tenê baweriya Amerîkayê ya li herêmê dê kêm bike" lewma diyar dikin ku niha dema wê yekê ye ku îdareya Amerîkayê "armancên xwe yên sereke yên stratejiya xwe ya li Sûriyê ji ber çavan derbas bike, yan jî vê pirsê ji xwe bike; gelo ti stratejiyeke Amerîkayê heye an na?"

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst