Tehrîr El-Şamê bajarokê Etarib kontrol kir

06-01-2019
RÛDAW
Nîşan Sûriye Tehrîr El-Şam Cebhet El-Nusre Bajarokê Etarib Heleb Tevgera Zengî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koma çekdar a Heyet Tehrîr El-Şam bajarokê Etarib li rojavayê Helebê bêyî şer û bi rêkevtina li gel rûsipiyên wî bajarokî kontrol kir.

  

Roja 6ê vê mehê Desteya Tehrîr El-Şam anku Cebhet El-Nusre ya berê piştî ku ligel rûspiyên bajarokê Etarib dest bi gotûbêjan kir û bi wan re rêkevtin kir,  çekdarên wê komê ew bajarok bê şer kontrol kirin.

 

Bajarokê Etarib dikeve rojavayê bajarê Helebê.

 

Li gor rêkevtina navbera herdu aliyan, herdu  grûpên çekdar Suwwar El-Şam û Beyariq El-Islam ên ser bi Tevgera Zengî ji bajarokê Etarib derdikevin, çekên xwe radest dikin û Etarib ji aliyê rêveberinê ve dikeve ser hikûmeta Rzigariyê ya Tehrîr El-Şam.

 

Herwiha li gor vê rêkevtinê, çênabe çekdarên ku berê ji bajarok çûbûn gund û bajarokên bakurê Helebê vegerin bajarokê Etaribê.

 

Berî hefteyekê jî li rojavayê Helebê şerekî giran di navbera Desteya Teherîr El-Şam û Tevegera Nûriddîn Zengî de, ku grûpeke çekdar a ser bi Tirkiyê ve ye, derketibû.

 

Di encama wî şerî de jî, Tehrîr El-Şamê piraniya gund û bajarokên li rojavayê Helebê ji destê çekdarên Zengî derxistibûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst