AI: Rêjîma Sûriyê bi enqest êrişî sivîlan dike

05-05-2015
RÛDAW
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International-AI) rêjîma Sûriyê bi wê tawanbar kir ku “bi enqest” êrişî sivîlan dike û li dijî wan bombeyên bermîlî bikar tîne.

Rêxistina Amnesty International di raportekê de ku îro hatiye ragihandin, rêjîma Beşar Esed bi wê yekê tawanbar dike ku hê jî bi berdewamî bi bombeyên bermîlî êrişî sivîlan dike û ji Çileya 2014ê heta niha tenê li parêzgeha Helebê bêtirî 3000 mirov hatine kuştin.

Di raporta AI de herwiha tê diyarkirin ku rêjîma sûrî bi enqest û bi awayekî sîstematîk êrişî sivîlan dike û bombeyan bi ser nexweşxane, dibistan, bazar û mizgeftan de dibarîne.

Li gor raporta AI, ji destpêka 2012ê ve li seranserê Sûriyê bêtirî 11 hezar mirov bi bombeyên bermîlî hatine kuştin. Tenê li Helebê di meha borî de 110 kesên sivîl bi bombeyên bermîlî hatine kuştin.

AI di raporta xwe de behsa bûyereke di havîna 2014ê de li Helebê qewimî, dike. Di wê bûyerê de balafireke rêjîma sûrî bombeyeke bermîlî bi ser 150 kesên sivîl de avêtibû ku ji bo standina alîkariyan li ber avahiyeke rêxistineke alîkarian ketibûn rêzê.

AI diyar dike ku ev şêwazê êrişan tê wateya “cezakirina komî” û ev jî “tawaneke şer” e.

Rêjîma Sûriyê bermîlên petrolê yên vala tijî parçeyên hesin, benzîn û madeyên teqemenî dike û di şer de bikar tîne. Heta niha çend caran NY ji Sûriyê xwestiye wan bombeyan bikar nehîne lê rêjîm heta niha jî bikar tîne.

Li gorî wê saziya navdewletî ya mafên mirov, hêzên neyarên rêjîma Sûriyê jî di şer de 600 kesên sivîl kuştine ji ber wê jî him rêjîma Şamê hin jî neyarên wê tawanên li dijî mirovahiyê kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst