Civînên Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê bi dawî bûn

04-06-2023
Hisên Omer
Civînên Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê bi dawî bûn
Civînên Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê bi dawî bûn
Nîşan Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Civînên pêkhateyên Desteya Bilind a Danûstandinan a Opozisyona Sûriyê li Cinêvê bi dawî bûn, wê desteyê di daxuyaniyekê de got, wan cîbicîkirina biryara 2254 ya Encûmena Asayîşa Navdewletî û vekişandina hêzên biyanî ji Sûriyê û vegera xwebexş a penaberên Sûrî gotûbêj kirine.

Pêkhateyên Desteya Danûstandinan a opozisyona Sûriyê civînên xwe li Cenêvê bi serî kirin û daxuyaniya derbarê mijarên ku hatine gotûbêjkirin belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, desteyê tekezî li ser; cîbicîkirina biryara 2254 ji bo veguhestina siyasî ya rasteqîne, garantîkirina vekişîna milîs û hêzên biyanî ji nav axa Sûriyê, rêzgirtin li hewlên çareseriya siyasî li gor biryara 2254, vegera xwebexş û ewle ya penaberên Sûriyê bo cihê niştecîbûna wan kiriye, kirin.

Şemsedîn Hemo, Serokê Desteya Cîbicîkar a Eniya Niştimanî ya Demokrat ji bernameya Çavê Sêyem a Radyoya Rûdawê re got biryara Desteyê di destê welatên piştevan de ye.

Serokê Desteya Cîbicîkar a CÛD Şemsedîn Hemo anî ziman, “Pêkhateyên desteya danûstandinê ku bê biryar in, dikarin tiştekî pêşkeş bikin? Ez ne bawer im. Wek pêkhate ev hatine ajandayên dewletên destek dane wan pêk tînin.”

Şelal Gedo, nûnerê ENKS di nav Îtalafê de ji heman bernameyê re got, bandora welatan li ser pêkhateyên Desteyê heye.

Nûnerê ENKS di nav Îtîlafê de Şelal Gedo got, “Bê guman bandora Rûsyayê li ser siyaseta Hevkariya Moskowê heye û bê guman bandora Tirkiyê li ser siyaseta Îtilafê heye, her wiha bê guman bandora Herêma Kurdistanê li ser siyaseta ENKSê heye û hwd. Her kes û partî û rêxistinên ku li welatekî bijîn bê guman bandora wan welatan li ser siyaseta wan heye.”

Bilezkirina asayîkirina peywendiyên welatên Erebî li gel Hikûmeta Sûriyê yek ji hokarên lidarxistina civînên Desteyê bû, ku ji 3ê salan ve bi sedema nakokiyan neciyavabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst