Dibistanên Helebê yên ku di şerê navxwe de zerar dîtibûn tên nûjenkirin

02-09-2022
Loloxan
Dibistanên Helebê yên ku di şerê navxwe de zerar dîtibûn tên nûjenkirin
Dibistanên Helebê yên ku di şerê navxwe de zerar dîtibûn tên nûjenkirin
Nîşan Heleb Dibistan Nûjenkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li rojhilatê Helebê, dibistanên ku di şerê navxwe de zerar dîtine berî destpêkirina sala xwendinê tên nûjenkirin.

Wezareta Perwerdehiyê ya ser bi hikûmetê ve bi çend rêxistinên peywendîdar re dixwazin berî destpêkirina sala xwendinê dibistanên zerardîtî yên mayî bo xwendekaran amade bikin.

Berpirsa avahiyên perwerdehiya Helebê Aye Seddûr got “Em niha karên nûjenkirina dibistanan cîbicî dikin, daku destpêka sala xwendinê amade bin. Di serî de me dest bi rakirina kavilan kir daku em bikaribin heykelê sereke bibînin, û me cihên herrifî jinav birin, piştre me ew cih bi hesin û çemento nûjen kirin. Derî, pencere, elektirîk û jêrxana av, avrêjê, û hemû heykelên dar û hesinî bi awayekî modern hatine çêkirin, em dixwazin  dibistanan berî sala xwendinê ya nû amade bikin.”

Li bajarê Helebê û derdorê, li gor Wezareta Perwerdehiyê di şerê navxwe de di navbera salên 2012ê û 2016ê de 301dibistanên wêranî û zerar dîtibûn, lê niha li gor wezaretê piraniya wan dibistanan hatine nûjenkirin.

Rêveberê Perwerdehiya Helebê Mistefa Ebû el-Xenî dibêje “Niha li Helebê 1856 dibistan çalak in. Di sala 2022ê de 64 dibistan li gor girêbestên nû hatine nûjenkirin, lê 11 dibistanên din li gor girêbestên 2021ê hatine nûjenkirin. Ji destpêka demsala yekem a sala xwendinê 25 dibistan bi temamî hatin çalakkirin, û heta dawiya 2022ê wê hemû dibistan bên bikaranîn.”

Li gor hikûmeta Sûriyê, ji ber şerê navxwe li seranserê welat zêdeyî 10 hezar dibistanan zerar dîtine, 5 hezar ji wan wêran bûne, her bi gotina hikûmetê wan heta niha nêzîkî 7 hezar û 500 dibistan nûjen kirine, ev di dema ji ber koçberbûn, derbiderbûn û rewşa aborî ya xirab niha nêzîkî 2 milyon û 500 hezar zarokên Sûrî jî li derveyî dibistanan e.

Li gor Wezareta Perwerdeyê ya Sûriye roja 4ê Êlûnê sala xwendinê li wî welatî destpê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst