Geştên esmanî yên di navbera Sûriyê û Venezuelayê de dest pê kirin

02-06-2023
Loloxan
Geştên esmanî yên di navbera Sûriyê û Venezuelayê de dest pê kirin
Geştên esmanî yên di navbera Sûriyê û Venezuelayê de dest pê kirin
Nîşan Sûriye Venezuela
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî nêzîkî 12 salan ji rawestandina geştên asmanî careke din geştên asmanî di navbera Sûriyê û Venezuelayê de dest pê kirin. Li gor Hikûmeta Sûriyê her 15 rojan wê geşteke asmanî di navbera her du welatan de çêbibe.

Firokeyeke Venezuelî ya ser bi kompanyaya firokevanî ya Conviasa li Firokexaneya Navdewletî ya Şam a paytexta Sûriyê venişt.

Piştî nêzîka 12 salan ji qutbûna geştên asmanî bi sedema şerê navxwe û cezayan di navbera her du welatan de, careke din ev geşt dest pê dikin.

Wezîrê Veguhestinê yê Venezuelayê Ramon Velasquez anî ziman, “Nîşana ku îro hatiye şandin, yekîtî, biratî û berxwedana ji bo armancên hevbeş in. Em îro bi rêya vê peywendiya asmanî diyar dibin, ev tişta ku serkirdeyên me daxwaz kirine ku jihevnêzîkbûn ne tenê dîplomasiye lê niha bi awayekî rastî ye.”

Firokeya Conviasa 102 rêwî ji Cracas paytexa Venzeula bi xwe re anîne Şama paytexta Sûriyê bi armanca şikandina dorpêç û cezayên Amerîkayê li ser herdû welatan.

Wezîrê Veguhestinê yê Sûriyê Zuhêr Xizêm jî got, “Venezeula û Sûriyê bi hev re wê dorpêçê bişkînin, her wiha wê li gel welatên dost hevkariya di warê firokevaniyê de qayîm bikin, û wê li gel welatên din pisporiyan bihev biguherin.”

Geşta asmanî di navbera Şam û Caracas de rasterast 12 demjimêran didome. Li gor Hikûmeta Sûriyê her 15 rojan wê geşteke asmanî di navbera her du welatan de çêbibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst