Hewlêr (Rûdaw) – Hat îdiakirin ku Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) Ebû Mihemed El Colanî di êrişên balafirên Rûsyayê de hatiye kuştin.
Ehmed Huseyîn El Şerê (Ebû Mihemed El Colanî) ku tê gotin di êrişa balafirên Rûsyayê de li Helebê hatiye kuştin.
Li gorî medyaya Erebî ku serkirdeyê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) ya doh bi operasyonekê bajarê Helebê yê Sûriyeyê kontrol kiribû di êrişa asmanî ya Rûsyayê de hatiye kuştin.
Li gorî ajansên nûçeyan ên Rûsyayê, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihandiye ku hêzên wan ên asmanî bi armanca piştgiriya artêşa Sûriyeyê êrişek li dijî komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê kiriye.
Amerîkayê 10 milyon dolarên Amerîkî ji bo bidestxistina Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) Ebû Mihemed El Colanî wekî xelat diyar kiribû.
Ehmed Huseyîn El Şer bi nasnavê Ebû Mihemed El Colanî tê naskirin.
Amerîka û Rûsya wekî komeke terorîst bi nav dikin
Heyeta Tehrîr El Şama (HTŞ) ku berê bi navê Cebhet El Nusra dihat naskirin ji aliyê Amerîka, Rûsya, Tirkiye û çend dewletên din ve wekî komeke terorîst tê binavkirin.
27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişî parêzgehên Heleb û Îdlibê kir.
Di encama wan êrişan de HTŞyê gelek deverên Heleb û Îdlibê kontrol kirine.
Her wiha Lêkolerê Navenda Cesûrê ya Lêkolînan Wail Elwan ji Rûdawê re ragihand ku komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê ku Tirkiye piştgiriya wan dike xwe ji bo êrişekê li ser bajarê Til Rifetê amade dikin.
Til Rifet ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve tê kontrolkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse