Navçeyeke stratejî ya Helebê ji bin destê opozîsyonê derket

01-11-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)-
Piştî 27 rojan ji şerê digel Artêşa Sûriyê de, çekdarên opozîsyona Sûriyê ji bajarê Sifêre yê stratejîk li rojhilatê Helebê vekişiyan.

Bajarê Sifêre nêzîkî kargehên mezin yên rejîmê ne ku tê çek û çend berhemên din yên Wezareta Bergiriyê ya Sûriyê tên çêkirin.

Navenda Heleb a Ragihandinê ku berdevka grûpên çekdarî yên ku li Sifêre şer dikin, di daxuyaniyekê de ragihand “Şoreşgerên li bajarê Sifêre ji tevahiya bajar vekişiyan”.

Di daxuyaniyê de hatiye ku “Vekişandina şoreşgeran piştî 27 rojan ji şer û topbarana rejîmê hat ku têde Artêşa Esed hemû curên çekan bikaranîn”.

Bajarê Sifêre ev zêdetirî salekê bû di bin kontrola çekdarên opozîsyonê de bû.

Herdu bajarokên Kurdan Til Hasil û Til Eranê ser bi bajarê Sifêre ne.

Li nêzîkî Sifêre, kargehên Wezareta Bergiriyê hene û opozîsyon dibêje çekên kîmyewî yên rejîmê jî têde hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst