Xoce: Îtîlaf rijd e li ser rawestandina şer

01-03-2015
RÛDAW
A+ A-

Sûriyê (Rûdaw)- Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Dijbereya Sûriyê (Îtîlaf) Xalid Xoce ragihand ku, ew rijd in li ser wê yekê ku pêşniyara şandeyê navdewletî Staffan De Mistura bo rawestandina şer li Helebê, çend navçeyên din jî li xwe bigre.

Serokê Îtîlafê Xalid Xoce ragihand: “Me ji De Mistura re tekez kir ku, rawestandina şer jibilî bajarê Helebê pêwîst e navçeyên din, mîna Xuta Şamê ya ku ev 2 sal in dorpêçkirî ye, li xwe bigre.”

Xoce di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de ragihand: “Pêşniyara De Mistura tenê hinek aliyên bajarê Helebê, wek Selahedîn û Seyf Eldewla li xwe digre.”

Xalid Xoce wiha domand: “Diyar e De Mistura dixwaze ji navçeyên ku şer di navbera hêzên rejîma Sûriyê û Artêşa Azad li wan gûr e, dest pê bike.”

Serokê Îtîlafê tekez kir ku, “Pêşniyara şandeyê navdewletî û plana rawestandina şer li Helebê, cuda ye ji daxwazên Îtîlafê bo pêkanîna navçeyeke aram ji xelkê sivîl re li bakurê Sûriyê.”

Herwiha da zanîn ku, “Rejîma Sûriyê dê di ezmûna rewestandina şer de wek di ezmûnên din de bişke.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst