Galeriya wêneyan

30-07-2022
30 Photos
Mistefa Goran

Li paytextê Iraqê bajarê Bexdaya alîgirên Muqteda Sedr îro dîsa derbasî Herêma Kesk bûn ku nûnertiyên misyonên biyanî û avahiyên hikûmetê lê hene û ketin avahiya parlamentoyê.

Îro Şemiyê alîgirên Tevgera Sedr li Meydana Tehrîrê dîsa li dijî berbijêrê Çarçoveya Hevahengiyê Mihemed Şiya Sûdanî kom bûn û dest bi xwepêşandanan kirin.

Xwepêşanderan dîwarê Herêma Kesk rûxandine û çûne nav parlamentoyê.

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi av û bombeyên dengan midaxeleyî alîgirên Sedr dikin.

Foto: Mistefa Goran / Rûdaw