Parlamenterên Ereb ên Sunî têne Hewlêrê

01-05-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî aloziyên Bexdayê û êrişa xwepêşanderan li ser Parlamentoya Iraqê, parlamenterên Ereb ên Sunî têne Hewlêrê û di dema gihîştina Hewlêrê de dê sucdeya şikirê bibin.

Piştî ku xwepêşander û alîgirên Sedr êrişî navçeya kesk li Bexdayê kirin û dest danîn ser avahiya Parlamentoya Iraqê, hejmarek ji parlamenterên Yekîtiya Hêzên Iraqê ku Sunî ne û nêzîkî Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî ne, xwe bi rêya balafirxaneya Bexdayê gihandin Hewlêrê.

Peyamnêrê Rûdawê li Balafirxaneya Hewlêrê ya Navneteweyî Senger Ebdilrehman ragihand "Çend parlamenterên Sunî gihîştin Hewlêrê. Dema li balafirxaneya Hewlêrê daketin, sucdeya şikirê kirin ku bi saxlemî ji destê xwepêşanderan filitîn."

Parlamenterê Kurd Salim Şebek li Balafirxaneya Hewlêrê ya Navneteweyî ji Rûdawê re got, ji ber merasîmên Îmam Qasim parlamenterên Şîe nehatibûn parlamentoyê, lewra jî rêjeya yasayî temam nebû, ev jî bû sedem ku civîna parlamentoyê neyê sazkirin û alozî pêk bên.

Herwiha êvara îro 30.04.2016an, çend parlamenterên Kurd jî gihîştin Başûrê Kurdistanê.

Li gor zanyariyên Rûdawê, beşek ji parlamenteran di du geştên cuda de gihîştin Balafirxaneya Hewlêrê ya Navneteweyî, hejmareke din jî rasterast ji Bexdayê çûne Silêmaniyê.

Serokê Frakisyona PDKê Xesro Goran li Balafirxaneya Hewlêrê ya Navneteweyî ji Rûdawê re diyar kir ku, tu parlamenterekî Kurd neketiye destê xwepêşanderan û hemû saxlem in. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst