DAIŞ ji tirsa balafiran dêr û mizgeftan wek depo bikar tîne!

30-04-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê cebilxane û çekên xwe yên giran ji tirsa balafirên şer li nav mizgeft û dêran de vedişêrin.

DAIŞ li aliyekî ve dêr û mizgeftan diteqîne li aliyekî din jî wan cîhên pîroz dike sitar ji xwe re.

Endamê Encumena Parêzgeha Mûsilê Henîn Qedo ragihand, ji tirsa bombebaranê çekdarên DAIŞê li tax û deverên qelebaxlix ên bajarê Mûsilê dimînin û çek û cebilxaneya xwe jî li nav mizgeft û dêrên bajêr de vedişêrin.

Henîn Qedo diyar kir ku dema çekdarên DAIŞê bixwazin êrişeke terorîstî bikin çekên xwe derdixin û dema karê wan xilas bû dîsa çekên xwe vedigerînin nav mizgeft û dêran.

Wî endamê Encumena Parêzgeha Mûsilê her wiha got ku beşek ji xelkê Mûsilê li dijî çekdarên DAIŞê bi sazî û navendên ewlehî û sîxuriyê re kar dikin ev jî bûye sedema derketina nakokiyan di navbera wan û DAIŞê de.

Bajarê Mûsilê ji 10ê Hezîrana par ve di destê DAIŞê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst