Ebadî û Mehsum vegerandina koçberan gotûbêj kirin

27-05-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomar û Serokwezîrê Iraqê li bajarê Bexdayê bi hev re civiyan û derbarê pirsa vegerandina koçber bo cih û warên wan. Herwiha rewşa operasiyonên leşkerî yên li dijî DAIŞê gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Ragihandina Serokwezîrê Iraqê, îro Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li bajarê Bexdayê pêşwazî li Serokomarê wî welatî, Fûad Mehsûm kir.

Li gor daxuyaniyê, di civînê de Heyder Ebadî û Fûad Mehsûm derbarê rewşa siyasî û ewlehiya welat û herwiha operasiyonên lekerî yên li dijî DAIŞê li parêzgeha Enbarê bi hev re gotûbêj kirin.

Herwiha di wê civînê de Serokomar û Serokwezîr derbarê vegerandina koçberan bo cih û warên wan, avedankirina navçeyên rizgarkirî û herwiha mijara aştî û lihevhatina niştîmanî gotûbêj kirin.

Ew civîna navbera Serokomar Fuad Meisûm û Serokwezîr Heyder Ebadî piştî bûyerên vê dawiyê yên li Iraqê û bi taybet pêşdeçûnên DAIŞê li parêzgeha Enbarê û kontrolkirina bajarê Rumadî navenda wê parêzgehê tê.

Di encama girtina bajarê Rumadî bi dest çekdarên DAIŞê de, zêdetirî 30 hezar kes koçber bûn.

Hêzên Iraqê duhî dest bi operasiyoneke berfireh bimebesta rizgzarkirina bajarê Rumadiyê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst