IRAQ – Salane 6 meh betlane ye

27-04-2017
RÛDAW
Nîşan Iraq betlane salane 6 meh
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Di sala 2016an de karmendên Iraqê 6 meh çûn betlaneyê.

 

Ji ber rojên taybet ên ol, mezheb û nijadên cûr bi cûr ên Iraqê, di sala 2016an de 179 roj, betlaneyên fermî hatin ragihandin.

 

Roja sersalê, salvegera damezrandina Artêşa Iraqê, salvegera rêkeftina rejîma Beis û kurdan, Cejna Newrozê, salvegera rûxandina rejîma Beis, Cejna Karkeran, salvegera hilweşîna şah ji hin betlaneyên fermî ne.

 

Li Iraqê herî zêde şîe diçin betlaneyên fermî.

 

Li Herêma Kurdistanê ji bo kurdên êzidî jî hin rojên betlaneyên fermî hene; 7 û 13ê meha Cotmehê Cejna Cema, 30ê Tîrmehê û 2ê Tebaxê çileya demsala havînê, li gor salnameya Rojhilatî çarşema yekem a meha Nîsanê Çarşema Sor û pêncşema yekem a meha Kanûnê Cejna Rojiyê.

 

Rojên taybet ên Mesîhiyan jî ev in: Jidayîkbûna Hezretê Îsa Cejna Noelê (25ê Kanûnê), Cejna Mezin, Hilkişîna Hezretê Îsa ber bi esmanan, cejna sersalê ya Asûriyan, 1ê Nîsanê roja netewî ya Asûrî û Kildaniyan.

 

Herwiha rojên taybet ên Sabiyan (Mandeîzm) jî bi vî awayî ne: 25ê Nîsanê, 2 û 7ê Tebaxê, 23ê Mijdarê Cejna Piçûk, Cejnên Wehne û Limafe.

 

Piştî rejîma Beisê, betlaneyên heftane ji rojekê derket du rojan û li gel roja înê, roja şemiyê jî weke roja betlane hate ragihandin. Ev jî dibe, salane 104 roj.

 

Li Iraqê salane 75 roj betlaneyên fermî ne. Encumena Wezîran pêşnumaya yasayekê da, ku ev roj werin daxistin, lê ji ber nakokiyên navbera sunî û şîeyan pêşnuma nehat qebûlkirin. Herwiha şîe dixwestin roja Xedîrul Xum jî bibe betlane, lê suniyên Iraqê li dijî vê daxwazê derketin.

 

Endamê Komîsyona Karûbarên Olî ya Parlementoya Iraqê Selîm Şûşkeyî ji Rûdawê re ragihand, li gor yasaya nû rojên betlaneyê dê bibin 20 roj.

 

Li cîhanê, welatê Swîsreyê salane  38, li Polonyayê 37, li Bolîvyayê 37, li Yewnanistanê 37, li Birîtanyayê 36, li Fransayê 36, li Swêdê 36, li Venezuelayê 36, li Îspanyayê 36 û li Îranê 26 roj betlane ye.

 

Li Iraqê hejmara karmendan 4 milyon e. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst