Nuceyfî: Li Mûsilê bi awayekî eşkere sunî kirine armanc

28-03-2017
RÛDAW
Parêzgarê Berê yê Mûsilê Esîl Nuceyfî
Parêzgarê Berê yê Mûsilê Esîl Nuceyfî
Nîşan Iraq Esîl Nuceyfî Sunî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgarê Berê yê Neynewa Esîl Nuceyfî ragihand, li Mûsilê welatiyên sunî dibine armanc û dibêje, spas ji Rûdawê re ku bi weşana xwe ya rast a ji nav Mûsilê, hevkariyeke baş a xelkê Mûsilê dike.

 

Roja 17ê Adara 2017an ji ber bombebarana firokeyên hevpeymaniya li dijî DAIŞê, li taxa Cedîde ya Mûsilê, zêdetirî 230 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn û hejmareke zêde jî birîndar bûbûn.

 

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) jî ragihandibû, li ser daxwaza hêzên Iraqê, operasyon dane sekinandin.

 

Li ser wan bombebaranan, Parêzgarê Berê yê Mûsilê Esîl Nûceyfî diyar kir: “Daxuyaniya ku ji aliyê fermandeyan ve hatibû, ne cihê baweriyê ye. Îdia dikin ku otomobêl yan jî tankêreke bombekirî li wir bûye, lê belê qet bermahiyek bi wê cûreyê li wê derê tine ye.”

 

Bi awayekî hewl didin ku zanyariyan binuxumînin

 

Esîl Nuceyfî destnîşan kir: “Pêwîst bû fermandeyên serbazan, rêgirî li ber kesên ku serdanê dikin û rojnamevanan bigrin. Dibû derfet li hember rojnamevanan û hin kesan, bo serdana navçeyê heba, daku bizanin çi heye û ji nêzîk ve rewşa wan bawer bikin. Li gor me bi awayekê hewl didin ku zanyariyan binuxumînin. Ji ber vê yekê jî em dixwazin, ku lêkolîneke navdewletî li ser wê dozê û wê bûyerê ya li rojavayê Mûsilê qewimî, were kirin.”

 

Nuceyfî li ser guhertina şêwaza operasyonê jî axivî û got “Guhertina şêwaza operasyonên li aliyê rastê Mûsilê, li gor aliyê çepê wî bajarî bi armancekê ye. Li aliyê çepê operasyon bi awayekî rêxistinî birêve diçû. Giyanê welatiyan diparastin. Lê belê li aliyê rastê bi awayekî sift, bombebaran tê kirin. Armanc jî ew e ku wî bajarî vala bikin.”

 

Esîl Nuceyfî amaje bi wê yekê jî kir: “Bêyî dudilî dibêjim, bi armanckirina eşkere ya li suniyan heye. Mûsil niha li Iraqê, bajarê dawî yê suniyan e. Armanckirina bi vê şêweyî, bi awayekî giştî bidawîanîna civata suniyan e.”

 

Herwiha Nuceyfî spasiya Tora Medyayî ya Rûdawê kir, ku kenala yekem bû ku li ser wê bûyerê zanyariyê belav kir. Nuceyfî got: “Rûdaw roleke gelek baş dibîne li ser belavkirina wê bûyerê. Wê wiha li me kir ku em piştrast bin, ku aliyek heye rastiyan belav dike, bêyî ku ji ti aliyan bitirse.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst