Bajar tije TNT ye – Şer dijwartir dibe

24-12-2015
RÛDAW
Nîşan Rumadî Iraq DAIŞ Şer TNT
A+ A-

Rumadî (Rûdaw) – Alîkarê Fermandeyê Operasyonên Taybet ên Iraqê Heyder Fazil ragihand, hêzên ewlehiyê bi awayeke berdewam di pêşveçûnê de ne û got: “Me serkevtinek mezin bidest xistiye.” Herwiha DAIŞê piraniya bîna û avahiyên nav Rumadiyê bi TNT û bombeyan jibo teqandinê amade kiriye.

 

Operasyona kontorla bajarê Rumadî, navenda îdarî-siyasî ya parêzgeha Enbar a Iraqê berdewam e û şerekî dijwar di navbera hêzên ewlehiyê yên Iraqê û çekdarên DAIŞê de heye.

 

Fermandeyên hêzên iraqî dibêjin, şerê niha qonaxa dawî ya kontrola Rumadiyê û derxistina bajrê ji bin destê çekdarên DAIŞê ye.

 

Çavkaniyên leşkerî yên Iraqê dane xuyakirin, hêzên hevbeş ên Iraqê ji kontrolkirina Rumadiyê nêzîk bûne, bi taybet piştî ku taxa Zobat a li mile başûrê bajêr bidest xistin.

 

Alîkarê Fermandeyê Operasyonên Taybet Heyder Fazil di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Em li taxa Zobat a Duyem in. Ji roja çarşemiyê ve êrişên me bo ser vê taxê dest pê kirin û me serkevtinên mezin bi dest xistin. Herwiha hêzên ser bi Dezgeha Anti-Terorê jî di pêşveçûneke berdewam de ne û çekdarên DAIŞê jî şepirze bûne.”

 

Li gor agahiyan, hêzên girêdayî Dezgeha Antî-Terorê ya Iraqê jî karîne deverên li derdora bajarê Rumadiyê bixin bin kontrola xwe û rê li pêşiya êrişên hêzên ewlehiyê re vekirine.

 

Derbarê rewşa çekdarên DAIŞê li nav bajarê Rumadiyê de jî, çavkaniyên leşkerî yên Iraqê dan xuyakirin, ku nîşangirên DAIŞê di nav avahî û bînayên nav bajêr de cihên xwe qahîm kirine û çeper çê kirine.

 

Her li gor wan agahiyan, çekdarên xwekuj ên DAIŞê jî xwe ji çalakiyên li dijî hêzên Iraqê re amade kirine û bi hemû awayekê hewl didin astengiyan li pêşiya pêşveçûna hêzên iraqî derxin, bi taybet li mile başûrê bajêr ve ku hêzên ewlehiyê ji vî alî ve ber bi navenda Rumadiyê ve pêşve diçin.

 

Leşkerekî Artêşa Iraqê bi navê Îmad Xemîs ku di şerê rizgarkirina Rumadiyê de beşdar bûye, ji Rûdawê re got: “Em bi tundî di rûyê çekdarên DAIŞê de sekinîne. DAIŞê jî jibo ku rê li ber pêşveçûna hêzên ewlehiyê bigre, piraniya bîna û avahiyên nav bajêr bi bombe û TNT ji teqînê re amade kirine.”

 

Ji aliyekê din ve balafirên şer ên Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê jî piştgîriyê didin operasyona hêzên Iraqê û bi awayeke berdewam çeperên eniyên pêş ên şer bombebaran dikin.

 

Artêşa Iraqê û hêzên ewlehiyê yên wî welatî ji roja sêşemiyê 22ê Beranbarê ve dest bi operasyonekê bo rizgarkirina navenda bajarê Rumadiyê ji dest çekdarên DAIŞê kirine.

 

Pêştir çavkaniyekî leşkerî yê Iraqê ragihandibû, ku ev operasyon qonaxa dawî ya şerê kontrolkirina Rumamdiyê ye û tekez kiribû, ku piştî 72 saetan şer dê bi dawî were, lê belê îro ev 72 saet bi dawî dibin û şer bi dijwarî li Rumadiyê berdewam e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst