Wezîrê Berevaniya Iraqê: Destwerdan di referanduma Kurdistanê de nayê kirin

24-07-2017
RÛDAW
Irfan Elheyalî
Irfan Elheyalî
Nîşan Referandum (Giştpirsî) Serxwebûn Kurdistan Iraq Wezareta Berevaniyê Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniya Iraqê Irfan Elheyalî ragihand ku wî daxuyanî li dijî Herêma Kurdistanê nedane.


Wezîrê Berevaniya Iraqê Irfan Elheyalî beşdarî bultena Rûdawê bû û nûçeyên derbarê wî gef li Herêma Kurdistanê xwariyê red kir û got wî daxuyanî li dijî Herêma Kurdistanê nedane.


Piştî belavbûna nûçeyekê di medyayê Îranê de ji zarê Wezîrê Berevaniya Iraqê ku dibêje ew rê bi dabeşbûnan Iraqê nadin,  Wezîrê Berevaniya Iraqê Irfan Elheyalî got  giştpirsî babeteke siyasî ye  û ti peywendiya artêşa Iraqê bi giştpirsiyê re nîne.


Irfan Elheyalî diyar kir ku daxuyaniya wî derbarê terorê de bûye û got ew rê nadin terorê ku careke din gefan li me bike.


Elheyalî herweha da xuyakirin  Hêzên Pêşmerge di şerê terorê de şehîd dane û gotina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya gotiye, “em bi hev re di yek çepera şer de ne bibîr anî û got hevahengiyeke baş di navbera artêşê Iraqê û Hêzên Pêşmerge de heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst