Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Tevgera Hîkmeya Niştimanî Emar Hekîm ji bo pêkanîna hikûmetê çend pîvanên xwe ragihandin û got: “Eger ev pîvan tine bin, em beşdarî hikûmetê nabin.”
Emar Hekîm eşkere kir ku hevpeymaniya ji bo pêkanîna hikûmeta piranî ya niştimanî dê li ser bingeha biryara Iraqa serbixwe bibe û li hember ti aliyekî xeta wan a sor tine ye.
Serokê Tevgera Hîkmeya Niştimanî Emar Hekîm bi vê şêweyê behsa pîvanên xwe dike:
- Hikûmeta xizmetê, na ji hikûmeta qeyranan re, gelê Iraqê ji destê qeyraran perîşan bû.
- Hikûmeta lêpirsînê, na ji hikûmeta xizmîniyê re.
- Hikûmeta yasa, na ji hikûmeteke li ser yasayan re.
- Hikûmeta niştimanî, ku nûnertiya hemû Iraqê bike, na ji hikûmeteke li ser bingeha mezheb û neteweyan re.
- Hikûmeteke destpak, na ji hikûmeta gendelî re.
Emar Hekîm tekezî li ser wê yekê dike ku “em bi awayekî eşkere dibêjin, hikûmetek were pêkanîn û ev pîvan têde tine bin, em dê beşdarî wê hikûmetê nebin. Em ê bi hemû şiyana xwe ji bo jinavbirina hemû projeyên pêkanîna hikûmeteke berevajî van pîvanan bixebitin”.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse