Emar Hekîm: Em bêyî PDKê naçin nav ti hevpeymaniyekê

22-05-2018
RÛDAW
Nîşan PDK Emar Hekîm Hikûmet Iraq
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Peyamnêrê Rûdawê ji Bexdayê ragihand ku di civîna navbera şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya bi serokatiya Fazil Mîranî û Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm de, Hekîm ji şanda PDKê re diyar kiriye ku "ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, bêyî PDK ew naçin nav ti hevpeymaniyekê".

 

Şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Fazil Mîranî îro serdana Bexdayê kir û pêşî li gel Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir civiya.

 

Rêberê Tevgera Sedir û Serokê Lîsta Hevpeymaniya Saîrûn Muqteda Sedir ku zêdetirîn kursiyên parlamentoya Iraqê di hilbijartinên 12ê Gulana îsal de bi dest xistiye, di vê hevdîtinê de daye xuyakirin: “Hikûmet di qonaxa dahatî ya Iraqê de tevahiya kêşeyên hilawîstî yên li gel birayên Kurd çareser dike, û bi şêweyekê bavîtî kar li gel hemû pêkhateyên gelê Iraqê dike.”

 

Şanda PDKê yê bi serokatiya Fazil Mîranî, piştî civîna li gel Muqteda Sedir, serdana Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî kir.

 

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî ku lîsteya wî 25 kursiyên Parlementoya Iraqê bi dest xistine, di civîna çapameniyê ya hevbeş de ragihand: “Me li gel PDKê pêvajoya siyasî gotûbêj kir. Civîna me baş û giring bû, em ê li gel PDK û aliyên siyasî yên Kurdistanê dest bi pêvajoya siyasî bikin.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst