McGurk: Fazil Berwarî serkirdeyekî tekoşer bû

21-09-2018
RÛDAW
Nîşan Fazil Berwarî Iraq Firqeya Zêrîn McGurk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk, ji ber koça dawî ya fermandeyê Firqeya Zêrîn a Iraqê Fazil Berwarî ragihand: “Ew serkirdeyekî tekoşe û çeleng bû.”

 

Brett McGurk li ser navnîşana xwe ya tora civakî ya Twitterê ragihand: “General Berwarî serkirdeyekî tekoşer û çeleng bû di tekoşîna li dijî DAIŞê. Cîhan deyndarê wî ye. Ji ber vê yekê ez ji bo malbat û hevalên wî sersaxiyê dixwazim.”

 

Êvara roja Pênşemê (20-09-2018) Fermandariya Operasyonên Taybet a Yek a ser bi dezgeha Tekoşîna li dijî Terorê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand: “Fermandarê qehreman ê Firqeya Zêrîn Fazil Cemîl Berwarî ji ber krîza dil di temenê xwe yê 52 salî de koça dawiyê kir.”

 

 

 

Fazil Berwarî kî ye?

 

Fazil Cemîl Berwarî sala 1966ê li Duhokê jidayik bû

 

Pileyê wî general bû, fermandarê Firqeya Taybet a Yek bû

 

Di navbera salên 1980 heta 1991ê  fermandarê batalyona pêşmerge bûye

 

Li welatê Hungaryayê xuleke leşkerî xwendibû û di şerê DAIŞê de roleke giring lîst

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst