Dêrbarê Kosret Resûl de biryara girtinê!

19-10-2017
RÛDAW
Nîşan Iraq Dadgeh Kosret Resûl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê, derbarê Cîgirê Yekemîn ê Sekreterê Giştî yê YNKê û Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl de, bi tometa ku ji hêzên ewlekariya Iraqê re gotiye “dagirker”, biryara girtinê da.

 

Berdevkê Fermî yê Encûmena Bilind a Dadwerî, dadwer Ebdulsettar Bayraqtar bi daxuyaniyekê ragihand, ku Dadgeha Lêkolînê ya Resafe fermana desteserkirina Kosret Resûl Elî daye.

 

Dadwer Ebdulsettar Bayraqtar eşkere kir, ku ev biryar ji ber wê wekê hatiye derxistin, ku di daxuyaniyên xwe de Resûl navê hêzên artêş û polîsên Iraqê weke “dagirker” binav kiriye.

 

Bayraqtar da zanîn, ku dadgeh daxuyaniyên Kosret Resûl weke bêbextî û handana li dijî hêzên çekdar nirxandiye û li ser hîmê madeya 226 a Yasaya Cezaya Iraqê biryara destgîrkirinê daye.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst