Mûsil (Rûdaw) – Hat zanîn, piştî ku balafirên şer ên hêzên hevpeyman şeva borî li nav bajarê Mûsilê li navendên DAIŞê dan, di nav çekdarên DAIŞê de şer û alozî derketiye.
şeva borî balafirên şer ên hêzên hevpeyman li nav bajarê Mûsilê li hinek navendên DAIŞê dan ku piraniya wan depo û kargehên çek û cebilxaneya wê rêxistinê bûn.
Berpirsê Liqa 14 a PDKê li Mûsilê Îsmet Receb ji Rûdawê re got, şeva borî balafirên şer 7 navendên DAIŞê li nav Mûsilê de dan ber bombeyan.
Îsmet Receb da zanîn ku di nav wan navend û çeperên DAIŞê de kargeha mûşekan û ava Akademiya Polîs a Mûsilê hebûn ku bi erdê ve bûn yek û gellek çekdar jî tê de hatine kuştin.
Wî rayedarê PDKê eşkere kir ku îro komek çekdarên DAIŞê li nav bajarê Mûsilê digeriyan û gazî dikirin “dewleta me serkeftî ye”, ji ber ku rewşa bajêr piştî bombebaranê pir aloz bibû.
Li gorî agahiyên Rûdawê, li nav Akademiya Polîs de gellek pereyên DAIŞê hebûye ku di encama êrişa balafiran de hatiye tinekirin ji ber wê jî îro danê sibê çekdaran êrişî hev kiribûn û jinavçûna pere davêtin stûyê hev.
Her wiha hat zanîn ku îro li nav Mûsilê de çekdarên DAIŞê li nav bajêr bang li welatiyên dikirin xwînê bidin ji ber ku şeva borî gellek çekdar birîndar bibûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse