Komîsyon îro encamên dawî yên hilbijartinan aşkere dike

18-05-2018
RÛDAW
Nîşan Komîsyona Hilbijartinan Iraq Encam Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê îro encamên dawî yên hilbijartinên giştî radigihîne.

 

Çavkaniyekê ji Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand, ku dê îro encamên dawiyê yên hilbijartinên giştî ragihandin û piştî temambûna proseya veqetandina dengên wan 2 hezar û 600 navendên ku mabûn, guhertin bi ser encamên dengdanê yên hefteya derbasbûyî de tê.

 

Wê çavkanyê herwiha eşkere kir, ku encamên wan navendan dê guhertinê bi ser rêzbendiya lîstên serkevtî û nexşeya hevpeymaniyên ji bo pêkanîna hikûmetê de bîne.

 

Herwiha endamê encûmena komîsyarên komîsyona hilbijartinan, Hazim Rudeynî jî di daxuyaniyekê de ragihand, hejmara ku komîsyonê derbarê dengê qewareyan de ragihandibû, ne encamên dawiyê ne û dibe ku werin guhertin.

 

Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên parlamentoya Iraqê, Hevpeymaniya Saîron a bi serokatiya Muqteda Sedir bi 54 kursiyan yekem e, û Hevpeymaniya Nesir a Heyder Ebadî 52 kursî, Hevpeymaniya Fetih a Hadî Amirî 49 kursî, Partiya Demokrata Kurdistanê 26 kursî, Dewleta Qanûnê ya Nûrî Malikî 25 kursî, Bizava Hîkme ya Emar Hekîm 22 kursî, Hevpeymaniya Weteniye ya Eyad Ellawî 21 kursî, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê 17 kursî û Hevpeymaniya Biryara Iraqî ya bi serokatiya Usame Nucêyfî 15 kursî bi dest xistine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst